فه رھه نگی کوردی

Arxa Makûyî... Ziman...

Ziman...

Helbest ji Arxa Makûyî

Zimane helbesta li ser devane

Roniya du  çavên Birî kevane

Hîva çardehem  li her şevane

Ew deng û henga  kurdevane

Zimanê  kurdî  ronahî ya dil e

Ew Barê  pirr giran li ser mil e

Kurdiya me weki bedena bê cil e

Parastina wê erka min û te ji dile

Ew avaza dîrokî  li rewanê ye

Ew a Dûre pars û hewanê ye

Li ser mile Celadet Bedirxanê

Û mire kurdan  Ehmedê xanê

Kurdî ye kurmancî ye zimane

Bizane ew ji me ra rih û cane

Ew zimanê  helal û  zikmakî

Çima zarokên xwe lê fêr nakî

Bi qewlê pêşiyan her lîsanek

Te dike                   însanek

Ger ziman nebe ez nezanim

Wekî  berga darê li xezanim

Ewa zimanê Mad a dîrokî ye

Serpêhatiya wê bi   çîrokî ye

Arxa Makûyî


Add comment


Security code
Refresh