Çanda Kurdî

Xwekujî li deverên kurdnişîn li Îranê û sedemên wê - Beşa Yekem / Arxa Makûyî

 Arxa Makûyî

Karnasê Zanistên Civaknasiyê

Xwekujî li deverên kurdnişîn li Îranê û sedemên wê / Beşa Yekem 2105.11.24

 

Xwekujî û sedemên wê di nav civaka kurdan da.
Xwekujî yan jî dawî li jiyana xwe anîn bûyereke diltezîn e ku em her roj di nûçeyan de dibhîzin. Xwekujî tiştek nû nîne, her sal bi qasî 5 milyon kes di cihanê da dest bi  xwekujiyê dikin ku ji vê hejmarê 500 hezar kes di encama xwekujiyê da jiyana xwe ji dest didin.


Proseya xwekujiyê ji sê beşan pêk tê: 1) Gefxwarin 2) Gav avêtin 3) Dawî li jiyana xwe anîn. Di vê proseya diltezîn da hinek tenê gefa wê dixwin ku dê xwekujiyê pêk bînin lê wêrekiya wan bo xwekujiyê tune. Hinek ji xwekujiyê pêk tînin li bi hin sedeman zindî dimînin, beşa sêyem jî ew kes in ku bi awayekî rasteras û serkeftî xwekujiyê dikin û dawî li jiyana xwe tînin.

Domîna wê bixwîne: Xwekujî li deverên kurdnişîn li Îranê û sedemên wê - Beşa Yekem / Arxa Makûyî

Xwekujî li deverên kurdnişîn li Îranê û sedemên wê - Beşa Duyem /Kerîm Mihemed Nejad

Kerîm Mihemednijad

Karnasê derûnnasîya şêwirmendî

Azad.milan(at)yahoo.com

Xwekujî li deverên kurdnişîn li Îranê û sedemên wê - Beşa Duyem 2016.12.2

 

Şêwazên xwekujiyê curbicur in û li her civakekê ferq dikin. Di gelek civakan de ji bo xwekujiyê astengiyan derdixînin, lê di hinekên din de jî wisa nîne û şanaziyê pê dikin. Xwekujî ji bo wan kesan e ku êdî hêviya xwe ji jiyanê birîne.

Parêzgehên kurdnişîn yek ji wan herêman e ku rêjeya xwekujiyê li wan deveran gelek zêde ye, xwekujî di nav kurdan de, bi taybet di nav jin û keçan de zêde ye. Armanca min ev e ku di vê nivîsê de qala sedemên xwekujiyê bikim, ta ku em bikarin zêdetir li ser vê mijarê bisekinin û girîngiya wê li Kurdistanê fam bikin.

Domîna wê bixwîne: Xwekujî li deverên kurdnişîn li Îranê û sedemên wê - Beşa Duyem /Kerîm Mihemed Nejad

Rewşa Dîrokî û Erdnîgariya Kela Dim Dim'ê

Tomar kirin: Elî Mîlan – Werger ji farisî: Ronahiya Dil

Navnîşanên erdnîgarî yên  Kela Dim Dim’ê

Kela Dim Dim yek ji avahiyên beriya Îslam’ê û rûpeleke zêrîn li dîrok û egîtiya gelê Kurd di parastina sînorên Îranê de ye û temenê vê li gor hin jêderan dighêje serdema Sasaniyan. Ev kela ku li ser riya Urmiye – Mehabad nêzîkî gundê Balanûş’ê ye, bi bihortina dem hilweşiyaye û tenê hin bemayiyên kêm ji vê mane. Pozîsyona erdnîgariya kelê bi avayekî ye ku li ser riya berhemên şaristanî û dîrokî wekî Tepê Hesenlû, Kevirnivîsê Kela Şîn, Qebrê Fre Vertîş, Kela Textê Silêman û berhemîn şaristanî yên Kîrmaşanê ye.

Domîna wê bixwîne: Rewşa Dîrokî û Erdnîgariya Kela Dim Dim'ê

Koçberiya eşîrên Makûyê ber bi zozanên Serhedê ve destpê kir

Ronahiya Dil / Bi hatina demsala buharê koçberiya eşirên navçeya Makûyê ber bi zozanên Serhedê  ve destpê kir.

Li gor amarên fermî eşîra parêzgeha Urmiyê ji 12 êl û 21 tayifeyên serbixwe û 15 hezar û 599 malbatn pêk tê. Di navçeya Makûyê de jî 43 hezar û 30 malbatên eşîr hene kû hejmara gelheya wan dighêje 22 hezar kesan.

Serokê saziya eşîrtiyê a bajarê Çaldiranê diyar kir ku bi hatina havînê, zêdetir ji 28 hezar kes û 500 hezar heywan koçaberiya xwe ya ber bi zozanên Serhedê  ve destpê kirine ku bi qasî 75 rojan di 220 navçe zozanan de sekan dibin.

Hejmareke zêde ji eşîra parêzgeha Azerbaycana Rojavayî di navçeya Makûyê de cih girtiye, ji bilî hewa germ û tunebûna hêşînahiya li deşt û çiyan eşîrên Makûyê di şert û mercên dijwar de wekî xirab bûna riyên veguhestinê, tunebûna ava vexwarinê, tunebûna alavên serşok û destavê jiyan dikin.

Wekî her sal di destpêka havînê de zozanên serhedê ku girêdayî sînorê Tirkiyeyê ne tijî ji konên eşîran dibin, ji ber ku hewa zozanan hênik e û çêra hêşîn ji bo heywanan li wir peyda dibe.

Hevpeyvîna Kurdpress'ê bi hunermendê bi nav û dengê Kurdan, Ciwan Haco re

Hevpeyvîna taybet a Kurdpress'ê bi hunermendê bi nav û dengê Kurdan, Ciwan Haco re

Di despêkê da ez ji aliyê xwe û malpera ajansa nûçeyan ya navnetewî ya Kurdpressê va spasiya we dikim ku hûn amade bûn bi me ra hevpeyvînê bikin. Mala we ava û her hebin.

Kekê Ciwan, ji kerema xwe hinek ji me ra behsa xwe, ciyê ku hûn lê hatine dinê, zaroktî, cihaltiya xwe bikin, gelo jiyana we çawa derbas bû?

Ciwan Haco, dikene û destbi xeberdanê dike: Erê, ez di sala 1957'an di gundê Tirbespiya serbi Qamişloyê li Kurdistana Sûriyeyê da hatime dinyayê û zaroktiya min pir baş derbas bû. Zaroktiyeke xweş bi lîstina bi zarokan ra, bi lîstina goga pê û bîranînên pir xweş. Di gundê me da jibilî Kurdan, Asûrî jî hebûn, nifûsa gund nîvî Kurd û nîvî Asûrî bû û me jiyaneke xweş bi hev ra derbas dikir û bîranînên xweş ji bihevrejiyana me û wan ra, ji me ra mane yadîgar. Gundê me, gunedkî biçûk û xweş bû.

Domîna wê bixwîne: Hevpeyvîna Kurdpress'ê bi hunermendê bi nav û dengê Kurdan, Ciwan Haco re