Çanda Kurdî

Xwekujî li deverên kurdnişîn li Îranê û sedemên wê - Beşa Duyem /Kerîm Mihemed Nejad

Kerîm Mihemednijad

Karnasê derûnnasîya şêwirmendî

Azad.milan(at)yahoo.com

Xwekujî li deverên kurdnişîn li Îranê û sedemên wê - Beşa Duyem 2016.12.2

 

Şêwazên xwekujiyê curbicur in û li her civakekê ferq dikin. Di gelek civakan de ji bo xwekujiyê astengiyan derdixînin, lê di hinekên din de jî wisa nîne û şanaziyê pê dikin. Xwekujî ji bo wan kesan e ku êdî hêviya xwe ji jiyanê birîne.

Parêzgehên kurdnişîn yek ji wan herêman e ku rêjeya xwekujiyê li wan deveran gelek zêde ye, xwekujî di nav kurdan de, bi taybet di nav jin û keçan de zêde ye. Armanca min ev e ku di vê nivîsê de qala sedemên xwekujiyê bikim, ta ku em bikarin zêdetir li ser vê mijarê bisekinin û girîngiya wê li Kurdistanê fam bikin.

 

Bi giştî îhtimala xwekujiyê yan jî fikirkirina li bara wê di nav wan mirovên ku serdema zaroktiya wan di rewşeke nebaş de bûye û di salên destpêkê yên jiyana xwe de kelecan zêde derbas kirine, zêdetir e. Nebûna parêzvanên civakî û hevalan di zaroktiyê de jî  yek ji wan sedeman e.

Lêkolînên derûnnasan nîşan didin ku kesên ku ji ber xwekujiyê mirine, bi piranî yan nezewicî bûne, yan ji hevjînên xwe cida bûne, yan temenê wan ji 45`an zêdetir bûye, yan tenê jiyan kirine û yan jî tûşî madeyên narkotîk bûne û nexweşiyên wan ên derûnî û bedenî hebûne.

Gotinên kelamî: Di nav mirovên bêhêvî de ku îhtimala xwekujiya wan zêde ye ev gotin gelek in: Xwezî ez qet nehatibûma dinyayê, dema ku ez biminrim hûn ê hesretê bixwin û hwd. Pêwîst e ku em van hevokan bi qasî vê hevokê cidî bigirin: Ez ê xwe bikujim.

Guherîna reftar û tevgeran: Gazinkirin li bara tenêbûn an bêhewselebûnê, zêdebûna bêqirarî û tehrîkbûnên derûnî û yan jî pevçûnên bi polês û hevalên dibistanê re ,depresyon û destkişandin ji karên minasib.

Sedemên pozisyonî : Lawazbûna di pêwendiya bi dê û bavê xwe re, pirsgirêkên nû di dibistanê de, têkçûna têkeliyên evînî, bikaranîna madeyên hişber. Pêwîst e ku dê û bav û heval di vê rewşê de bi van pirsan destwerdanê bikin: Tu gelek tevlihev î? Gelo ji bo bidawîkirina jiyanê pilaneke te heye? Fikir dikî ku bi rastî êdî nikarî jiyanê bidominî? Û hwd. Fikaran nekin, ev pirs fikra xwekujiyê naxînin serê kesekê/î, belkî em dixwezin cidîbûna van fikiran binirxînin.

Gelek kesên derdorê bersivên wan pirsan cidî nabînin, lê divê mirov van pirsan cidî bigire û li pey alîkariyên xurt be. Heger tehdîdkirina li bara xwekujiyê teqez be, divê ku mirov zû dest bi kar be û ji »Navenda Pêşgirtina li Xwekujiyê« re telefon bike.

Li gor derûnnasan em dikarin sedemên xwekujiyê di nav du beşan de parve bikin :

1- Nêrîna ku "civak"ê sedem dizane. Ev nêrîn dibêje ew kesên ku xwe dikujin xebat û çalakiyên wan ên civakiyê tunenin ku bikaribin jiyana xwe binirx û biarmanc bizanin.

2- Nêrîna ku "kes"ê wekî sedem dizane. Ev nêrîn dibêje ku divê em li ser rola kesên xwekuj bisekinin, ji bo ku karê xwekujiyê bi destê wê/wî bidawî dibe.

Sedema bingehîn a xwekujiya nûciwanan ev e ku di navbera dê û bav û zarokan de mesafe û cidahî zêde ye.

Mixabin hejmara xwekujiyê li Kurdistana Îranê zêde ye. Hin sedemên ku rêjeya xwekujiyê li parêzgehên kurdrûniş zêde dikin ev in: Bêkarî, pirsgirêkên çandî, civakî, aborî û malbatî, sedemên namûsî û kêmasiyên hestî.

Reftarên xwekujiyê di nav du beşan de parve dibin :Fikrên xwekujiyê û hewla ji bo xwekujiyê ku dibe sedema mirina mirov. Her dema ku kesek gefê dixwe ku wê xwe bikuje, pêwîst e kesên derdorê vê peyamê bêhêvîbûnê cidî bigirin, ji ber ku helbet vî/vê kesî/ê ji bo xwekujiya xwe sedemek daye qebûlkirin.

Derûnnas dibêjin xwekujî şêwazek e ku ferd dixweze êş û  fikarên xwe kêm bike û eger mirovên derdora wê/wî bikaribin wan eş û fikaran kêm bikin, dibe ku ew kes dev ji xwekujiyê berde. Yek ji sedemên xwekujiyê depresbûn e. Eger pêşî li depresbûnê were girtin, dê pêşî li xwekujiyê jî bê girtin.

Yeqîn ev e ku mirovên salim nabin dîlên rewşên dijwar ên jiyanê û dikarin bi meyl û xurtbûna xwe rewşê biguherînin. Her yek ji mirovên salim dikarin ji bo jiyana xwe sedemên binirx bibînin.

Min di vê nivîsarê de basa hinek ji sedemên xwekujiyê kir. Hat diyarkirin ku xwekujî li parêzgehên kurdnişîn gelek zêde ye û ji ber vê yekê pêwîst e ku em bi nêrîneke taybet li vê mijarê binêrin. Em dikarin bibêjin ku mixabin lêkolîn li ser mijara xwekujiyê li Kurdistanê pir kêm in. Hêvîdar im ku derûnnas, pispor û lêkolînerên me zêdetir li ser vê mijarê bisekinin, ta ku em bikarin zêdetir pêşiyê Ii vê bûyera nexweş bigirin.

çavkanî: Kurdpress

 

 

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh