Çanda Kurdî

Xwekujî li deverên kurdnişîn li Îranê û sedemên wê - Beşa Yekem / Arxa Makûyî

 Arxa Makûyî

Karnasê Zanistên Civaknasiyê

Xwekujî li deverên kurdnişîn li Îranê û sedemên wê / Beşa Yekem 2105.11.24

 

Xwekujî û sedemên wê di nav civaka kurdan da.
Xwekujî yan jî dawî li jiyana xwe anîn bûyereke diltezîn e ku em her roj di nûçeyan de dibhîzin. Xwekujî tiştek nû nîne, her sal bi qasî 5 milyon kes di cihanê da dest bi  xwekujiyê dikin ku ji vê hejmarê 500 hezar kes di encama xwekujiyê da jiyana xwe ji dest didin.


Proseya xwekujiyê ji sê beşan pêk tê: 1) Gefxwarin 2) Gav avêtin 3) Dawî li jiyana xwe anîn. Di vê proseya diltezîn da hinek tenê gefa wê dixwin ku dê xwekujiyê pêk bînin lê wêrekiya wan bo xwekujiyê tune. Hinek ji xwekujiyê pêk tînin li bi hin sedeman zindî dimînin, beşa sêyem jî ew kes in ku bi awayekî rasteras û serkeftî xwekujiyê dikin û dawî li jiyana xwe tînin.


Kesên ji beşa ewil ji bo ku xwesteka xwe bi cih bînin û bighêjine armanca xwe gefa xwekûjiyê dixwin da ku tu kes pêşberî wan nesekine û xwesteka wan bipejrînin, ew kes tu car niyet û wêrekiya wan bo xwekujiyê tune û tenê dixwazin kesên pêşberî xwe bitirsînin. Ji wan kesan di nav civaka kurdan da jî hene ku wekî mînak ji bo ku lawik yan keçik malbata xwe ji bo zewaca li gor dilê xwe naçar bike gefa xwekujiyê li malbatê dixwe, di encama vê gefê da malbat neçar dimîne xwesteka lawik yan keçikê bipejrîne.
Kesên ku dixwazin bo xwekujiyê gavan bavêjin berovajî wan kesên ji beşa yekem, niyet û armanca xwe eşkere nakin û bi awayekî zelal nabêjin ku em dixwazin xwekujiyê pêk bînin. Lê mumikn e ku acizî û nerihetiya wan ji aliyê gellekn va bê dîtin yan dibêjin ku xewa me nayê yan jî nav komekê da kêm diaxivin û tu car peyv û niyeta xwekujiyê li ser ziman naynin. Ew kes jibilî hebûna niyeta wan a rastîn bo xwekujiyê hêjî benda alîkariyê ne û ku kesek bi wan ra rûne û derdê wan çareser bike, dema ku dibîne daxwaza alikariya wî/ê ji aliyê tu kesî va nayê dîtinê xwekujiyê pêk tîne.
Li gor hin lêkolînan kesên ku bo xwekujiyê gavan diavêjin , jinên 24-44 salî û ji qatên jêrin yê civakê ne û rastî pirsgirêkên aborî tên.
Rê û şêweyên vê xwekujiyê ev in: Xwarina derman yan heban, birrîna damarê destan û fetisandina bi gaza xwezayî…
Ev cure xwekûjî di nav civaka kurdan da heye lê ne pirr zêde, ji ber ku nav civaka kurdan da kesê ku dest bi xwekujiyê dike , mixabin di pêkanîna xwekujiyê da serkeftî dibin û dawî li jiyana xwe tînin.

Beşa sêyem heman kesên ku kû dawî li jiyana xwe tînin û mixabin xwekujiya wan bi awayekî serkeftî pêk tê, ji wan kesan piraniya wan gellek caran bo xwekujiyê gef xwarine yan jî gav avêtine, lê ji ber ku dawiyê da neghîştine armanc û xwesteka xwe, dest bi pêkanîna xwekujiya rastîn dikin û dawiyê da jî mixabin serkeftî dibin. Rê û şêweyên vê xwekujiyê ev in: Xwe şewitandin , xwe darve kirin …
Ev cure xwekujî nav civaka kurdan da pirr e, ku bi gellek şêweyan pêk tê. Ji xwekujiya kurdan di Îranê da amareka fermî berdest tuneye û her sal û her meh û her roj em nûçeyên bi vî rengî li derdora xwe dibhîzin û dibînin. Nêrîna min ew e ku beşeka zêde ya xwekujiê ku nav civaka kurdan da pêk tê piraniya xwekujan ji malbatên gundî ne, ez xwe jî di gund da mezin bûme û dikarim bêjim bi sedema tunebûna perwerdehiya pêwîst û nebûna peywendiya semîmî di navbera endamên malbatê û pirsgirêkên aborî xwekûjiya herî zêde pêk tê.
Nav civaka farsan da dema ku yek ji endamên malbatê rastî pirsgirêk yan nerihetiyên derûnî tê , bi sedema hebûna semîmiyeta nav malbatê da ew dikare êş û nerihetiya xwe bi awayekî hêsan û rihet bi malbatê ra parve bike û çareser bike, lê di nav civaka me kurdan da dema ku kesek ji malbatê rastî hin pirsgirêkan tê bi sedema tunebûna semîmiyeta nav malbatê ew nikare gotin û xwestên xwe bi malbatê ra parve bike yan jî ditirse.
Yek ji sedemên bibandor di pêkanîna xwekûjiyê di nav civaka kurdan da pêkanîna zewaca neçarî û pêşîgirtina ji zewaca ligor dilê lawik yan keçikê ye.
Dema ku lawikek bi keçikekê ra evîndar dibe ji malbata xwe dixwaze bo xwezgîniyê herin mala bavê keçikê, dema ku malbata lawik xwesteka wî napejrîne ew ji bo ku malbatê neçar bike destpêkê da gefa xwekujiyê dixwe da ku malbat bitirse û xwasteka wî bipejrîne , lê mixabin hin caran jî di vê rewşê da xwekujî pêk tê ku lawik jiyana xwe ji dest dide û piştre jî keçik xwekujiyê dike…
Rola malbatê di pêşîgirtina ji xwekujiyê da pir girîng e û divê mabat di vî warî de bên agahdar kirin û perwerdehiyên pêwîst bibînin.
Wekî mînak çend roj beriya niha mixabin di qezeya tirafîkê da ku ji malbatekê çend kes jiyana xwe ji dest didin û keçikek ji nav da ye, lawikê ku evîndarê keçikê bûye piştî bihîstina nûçeya mirina keçikê diçe dawî li jiyana xwe tîne…
Yan jî dema ku keçikekê bi zorê bi yekî din ra dizewcînin, keçik piştî vê zewaca neçarî dawî li jiyana xwe tîne…
Nav civata kurdan da xwekujiya zêde heye û çareserkirina vê jî di destê malbatê da ye, divê dê û bav bi awayekî semîmîm tev zarokên xwe rûnên û pirsgirêk û nerihetiyên wan çareser bikin. Dema ku zarok karekî şaş dike tu carî wî/ê ceza nekin, belkî bi awayekî semîmî wî/ê  ra têkevin têkliyê û xwe ji tundî û hêrsbûnê biparêzin, ji ber ku ew tundî dibe sebeb ku careka din zarok pirsgirêka xwe ji wê tirsê bi bav û dayîkê ra parve neke û yan bixwaze tenê çareser bike, îca dibe ku zirarê bighîne xwe.

Arxa Makûyî – Karnasê Zanistên Civaknasiyê

 Çavkanî:  Kurdpress

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh