Çanda Kurdî

Koçberiya Eşîra bajarê Makûyê ber bi zozanan destpê kir

Ronahiya Dil/ Eşîrên bajarê makûyê wekî her sal ligel destpêka demsala havînê koçberiya xwe ber bi  Zozanan destpê kirin ku bi qasî  75 rajan li zozana dimînin. Ev eşîra koçber ku bi nave eşîra Calalî tê nas kirinê mezintirîn eşîra bakûrê parêzgeha Azerbaycana rojavayî ye . Li gor zaniyariyên fêrmî eşîra koçber a  navçeyên Makûyê ji 4300 malbatan pêk tê ku ligel destpêka demsala havînê koçberiya xwe ber bi zozanên Makûyê û Çaldiranê destpê kirin. Eşîra Makûyê  zêdetir ji 17 hezar heyvan xwedî dike. Ji sedî 30 Eşîrên parêzgeha Orumye yê di bajarê Makûyê de cîh girtîye ku piranîya wê da navçeya Borelanê de ye. Li gor zanyarên fêrmî hilberiya eşîrê bi qasî 1930 ton goşt, 3700 ton şîr û 450 ton hirî an peşm e.

Di despêka koçberiye de gel heyvanên xwe ber bi zozana  rê dikin  ku di navçeyên bajarê  Makûyê de birêketina heyvana re dibêjin şemze. Biştî ku şemze bi rêketin, gel  mal û konê  xwe li erebeyan bar dikin û rê ber bi zozana rê dikivîn. Şemze bi qasî 4 an 5 rajan rê de diçin  ta ku bigêjine zozanan.

Mixabin ku pirskirêkên Koçberî û eîrtiyê ji aliyên berpirsyaran ve nayê dîtinê mînak rîyên ku eşîr bikar tine erwşa wan xirabe û bi barîna baranê û hatina lehiyê her roj xirab dibin lê berpirsyar hemberî wê bêdeng dimînin. Ligel zêdebûna germahiya hewayê ava wexarînê jib o mirova û heyvana kêm bûye ev yek pirskirêkek mezîne gelê eşîr .

Erzan bûna behayê goşt û şîrê hilberî  ji aliyê eşîrê yek ji mezintirîn gazincê gelê eşîr ji berpirsyaran e.

Bajarê Çaldiranê xwediyê 80 hezar hektar deşt û zozanê hêşînahî ye ku her sale di demsala hevînê de ji eşîrên bajarê Pûldeşt,  Şot, Xoy, Çaypare, Selmast û Makûyê re dibe mêvan.

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh