Çanda Kurdî

Şanoya Kurdiya Kurmancî, bo yekemîn car, li bakûra Xorasanê

Ronahiya Dil/Şanoya Kurdî Kurmancî li Şanogeha bajarê Qûçanê ku girêdayî parêzgeha Xorasana Bakûrî di bakûrê Îranê de ye hate li dar xistin û heta 22 cotmehê dê berdewam be.
Şano bi zimanê kurdî û zaraveya kurmanciya Xorasanê ji bo yekem car e ku li Îranê tê li dar xistin. Bajarê Qûçanê yek ji rûniştgehên kurdên Xorasanê li bakûrê Îranê ye ku ji mêj ve bi parastina çand û kelepûra kurdî, bi nav û deng e. Şano li ser stiranekî gelêrî ya Kurdên Xorasanê bi navê Girayilî ye ku birêz Ferşîd Temrî nivîsiye. Mîtra Babayî û Ebas Kazimiyan derhênerên vê şano ne.

 

Şanovan ku emrê wan ji 7 salî heta 45 salî ne bi salan e ku li şanoyê dilîzin.
Mîtra Babayî, Husiyn Heqperest, Mehmûd Xusrewî, Zuhrê Dînpûr, Meryem Perwanê, Riza baqirzadê, Ibrahîm Firûdî, Yasîn Gulmuhemedî, Şehram Muyînîkiya, Muhemedelî Abidî, Elî şadman û Nasir Elîzadê lîstikvanên vê şano ne.
Fêrgeha "Arskay Film", pêşkêşvana şanoya bi navê Girayilî, destûra weşana xwe ji wezareta çandiya Îranê wergirtiye.
Gelê Xorasan jî bi pêşwazî û kelecan li şanogehî beşdar dibin. Digel ken û heneka şano, stiranên Kurdî ku li paş perde û zindî tên bihîstin bûye sedem ku temaşavan xwe wek şanovan li ser sehne bihesibin û bikevin li nav çîroka 200 sal berê niha.
Hunera stiran bi dengbêjiya Cewad Hesenzadê, Dutar a Murtiza Eydî, Quşmê û Zurne ji Elîesqer Ariyan.
Hin temaşavan ku faris in yan jî bi Kurdî baş nizanin jî beşdar bûne. Gerçê şano bi xwe eşkere ye lê dîsa jî li dawiya şano de derhêner bi farisî, serpêhatî vedibêje daku hemî beş bên famkirin û hurmeta yên ku bi kurdî baş nizanin jî were parastin.
Stiranên kurdî serpêhatiyên egid û evîndar û hozanên dilpak in ku ev şano bi qencî jê wergirtibû û carina hêstirên çavên temaşavanê şanoyê pê tijî dibû
.

Wêne ji şanogeha Qûçanê

Wêne ji şanogeha bajarê Çûçanê

Wêne ji şanogeha bajarê Çûçanê

Comments  

 
0 #1 zinar 2014-11-13 16:09
herbijî malpera te pir grînge malava
Quote
 

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh