Çanda Kurdî

Dengbêjên Rojavayê Îranê: Mistefayê Hemê

Ronahiya Dil/ Mistefa Birûkî Mîlan ango Mistefayê Hemê ji eşîra Birûkane ku di sala 1338’ê koça rojî ku hewçerxe 1959’ê zayînî da li gundê Nawirê ku girêdayî bi bajarê çaldiranê û ser bi parêzgeha Azerbaycan a Rojava ye hatiye dinyayê. Ew yek ji dengbêjên bi nav û deng û dengxweşê vê herêmê ye. Mistefa dengbêjî di 12 salîya xwe li cem bavê xwe yê rehmetî Hemîd destpêkiriye. Bavê wî li gundê Nawirê bi karê çandinî û rêncberîyê re mijûl bû Mistefa di zaroktîya xwe da xwedan

dilek pak bû û her tim li gel bavê xwe di dîwanxane û civatan de bû û kilam ji bavê xwe hildida û di her firsendekî da digot. Gelek zû bala bavê xwe kişand ser xwe û bi pesna bevê xwe yê dilovan û dost û nasan dengbêjîya xwe destpêkir. Wî di 23 salîya xwe da bavê xwe winda kir û ew bav û mamostayê wî çû ser dilovanîya xwe. Ew evîndarê dengê Şakiro ye lê dibêje ku wî gelek ji dengê Zahiro mifa wergitiye û dengê Zahiro zêdetirîn bandor li wî kiriye. Di 20 salîya xwe da ew li gel yek ji hevalên xweyî nêzîk bi nave Hesenê Îslam çûye dîtina Şakiro di Qereyazîyê. Şakiro ji wî dixwaze ku kilaman bêje û ew dest bi gotina kilaman dike. Şakiro gelek kêfa wî ji dengê Mistefa tê. Ev dîtina bandorek zêde li ser wî dike.

Niha ew li gundê xwe da bi karê rêncberî û çandinîyê re mijûl dibe û gel ji dengê wî mifayê dibi û di her firsendê da ji wî dixwazin ku ji bo wan kilaman bêje.

Heya niha wî nêzîkî ۴۰ kilamî bi çêkiriye û gelek kilamên ji dengbêjên din bi awayekî baş çêkiriye û gotiye.  Wî gelek kasêt tije kirine û daye destê alîgirên xwe.

 Hin kilamên ku mistefa bi xwe çêkiriye û gotiye ev in:

 ۱٫Welat      ۲٫ Gula Nawir      ۳٫ Mixur      ۴٫ Xalo      ۵٫ Ez Xeyîdîn      ۶٫ Min çi got dilê te ji min maye      ۷٫ Ez gulim

Kilamên ku Mistefa ji dengbêjên din hildaye û ew bi awayek cuda çêkiriye:

 ۱٫ Dewrêşê Evdî      ۲٫ De lolo      ۳٫ Mala Seydo      ۴٫ Seyîdxan      ۵٫ Cemalvêrdî      ۶٫ Asyayê      ۷٫ Yar yar felek

Jo bo daxistina dengê vî dengbêjî li vira pêl bike : DAXISTIN

Çavkanî: www.EllahMezar.ir

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh