Zimanê Kurdî
Naskirina Navê Bajar û Welatan
- Eyar
- Beş: Ziman
- Cume, 15 Tebax 2014 06:43 Dîroka weşandinê.
- admin Hatiye nivîsandinê ji aliye.
- Dîtin: 1749
NASKIRINA NAVÊ BAJAR û WELATAN BI ZIMANÊ KURDÎ
Rêziman: Navê bajar, welat û Parzemînan her dem bi tîpa girdek (girs/mezin) destpê dike.
Amed, Dêrsim, Meledî, Dîlok, Qers, Serhed, Ruha, Mahabad, Sinê, Urmiye, Silêmanî, Dihok, Hewlêr, Zaxo, Efrîn, Dêrik, Qamişlo , Mewkê an Makû
, Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya, Frensa, Swîsre, Swêd, Yewnan,
Asya, Ewropa, Afrîka, Bakurê Amerîka, Başûrê Amerîka, Awustralya , Arjantîn
SIHBET
Silav bira. Tu ji ku derê tê?
Ez ji Holandayê têm.
Ma tu Holandî yî?
Na, Ez Alman im. Tu ji ku yî?
Ez ji Kurdistanê me?
Kurdistan?
Belê.
Ew li ku ye?
Li Rojhilata Navîn e?
Rojhilata Navîn? Li parzemîna Asyayê ye?
Belê. Te rast got.
Tê biçî ku derê?
Ezê biçim Stenbolê.
Stenbol? Ew li ku derê ye?
Ew di navbera parzemîna Asya û Ewropayê de ye?
Ya! Balkêş e.
Belê, bi behrê ji hev vediqete.
Baş e, ez jî carekê biçim û bibînim.
Comments